Barana zêde ya ku bi rojan e bandorê li bajarên Egeyê dike, li gelek deveran bûye sedema lehiyê.
Li navçeya Çamelî ya Denîzliyê di bûyerekê de, cenazeyê Bayram Kok, di binê çem de hat dîtin. Bûyer li taxa Elmaliyê qewimî.
Her wiha li navçeya Turgutlu ya Manîsayê, piştî barana zêde, ava Çemê Karacaali ya bilindbûyî du wesayît li ber xwe bir.
Li Îzmîrê jî Alsancak Kordonboyu ji trafîkê re hat girtin.
Polîsên trafîkê rê nedan ajokarên otomobîl û motorsîkletan bikevin herêmê, tîmên şaredarî û agirkujiyê jî li herêmê xebatên xwe berdewam kirin.