Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro li ser pêşnûmeya Bahreynê ya ji bo parastina tevgera keştîvaniyê li Tengava Hurmizê û şermezarkirina êrîşên Îranê yên li ser keştiyan civiya.
Rayedarên dewletên beşdar di civînê de li ser pêşnûmeya parastina Tengava Hurmizê axivîn.
Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf Zeyanî diyar kir ku têkçûna Konseya Ewlekariyê di tevgerê de, wê bandoreke cidî li ser mirovahiyê bike.
Ebdulletîf Zeyanî destnîşan kir ku pêşnûmeya biryarnameyê hewldanek cidî ye ji bo çareserkirina êrîşkariya dubare ya Îranê ye.
Zeyanî zêde kir ku israra Îranê ya li ser gefxwarina ewlehiya deryayî ya navneteweyî, ne pêşkeftinek dawî ye, lê belê qalibeke belgekirî û neyînî ye.
Her wiha Wezîrê Derve yê Behreynê tekez kir ku mafê Îranê tune ye ku Tengava Hurmizê bigire û cîhanê ji rêyên avê yên girîng bêpar bike.
Zeyanî tekez kir ku Tengava Hurmizê berpirsiyariyeke navneteweyî ya hevpar e û banga çalakiyeke kolektîf kir da ku herikîna berdewam a keştêvaniyê bi rêya vê rêya avê ya girîng misoger bike.
Çîn û Rûsyayê mafê xwe yê Vetoyê bi kar anîn
Piştî axaftinan dewletên beşdar di derbarê pêşnûmeyê de deng bi kar anîn.
Konseya Ewlekariyê ya ji 15 endaman pêk tê, 11 deng erênî ji bo biryarnameyê deng dan, Çîn û Rûsyayê li dijî wê derketin û biryar dan ku veto bi kar bînin û du endam jî bêalî man.
Destûra Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyê mafê vetoyê dide dewletên endamên daîmî.
Mafê vetoyê mafê nerazîbûnê ye ku dikare ji aliyê her endamekî daîmî yên Konseya Ewlekariyê yê NY ve li dijî her pêşnûmebiryarekê ku ji Konseya Ewlekariyê re tê pêşkêşkirin, were bikaranîn.
Konseyê ji 15 endaman pêk tê.
Welatên endam yên Konseya Ewlekariyê yên NY pênc in û ev in:
Çîn, Fransa, Rûsyayê, Birîtaniya û DYA .
Deh endamên ne-daîmî yên ku ji hêla Civata Giştî ve ji bo du salan têne hilbijartin jî ev in:
Cezayîr (2025), Danîmarka (2026), Yewnanistan (2026), Guyana (2025), Pakistan (2026), Panama (2026)
Komara Koreyê (2025), Sierra Leone (2025), Slovenya (2025), Somalia (2026).