Şera: Naskirina desteserkirina Golanê ji aliyê her welatekî ve dê bêbandor be

Serokê Sûriyê Ehmed Şera eşkere kir ku welatê wî niha bi Îsraîlê re, li pey peymaneke nû ya ewlehiyê ye. Ehmed Şera got ku naskirina desteserkirina Golanê ji aliyê Îsraîlê ve ji aliyê her welatekî ve dê bêbandor be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ehmed Şera da zanîn ku welatê wî niha bi Îsraîlê re, li peymaneke ewlehiyê ya nû digere, da ku vekişîna sînorên peymana 1974'an garantî bike, yan jî peymaneke nû îmze bike ku ewlehiya her du aliyan garantî bike.

Şera diyar kir ku eger peymanek çêbibe, dibe ku em beşdarî danûstandinên demdirêj bibin da ku pirsgirêka Golana dagirkirî çareser bikin.

Serokê Sûriyê destnîşan kir ku naskirina her welatekî ya desteserkirina Golanê ji aliyê Îsraîlê ve wê bêqîmet be.

Şera li ser hûrgiliyên danûstandinên bi Îsraîlê re di derbarê gihîştina peymaneke ewlehiyê de nîqaş kir û tekez kir ku Sûriyê rêya dîplomasiyê hilbijartiye, da ku ji zêdebûna pevçûnan dûr bikeve.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye