QSD`ê jî li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha cotmehê de 6 operasyonên ewlehiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne û di encamê de 79 çete hatine girtin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM'ê diyar kir ku operasyon ji 1'ê cotmehê heta 6'ê mijdarê bi rêya hêzên erkên hevbeş hatin pêkanîn û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 19 çete hatin girtin.
Di 6 operasyonên QSD`ê de jî 2 jê serçete bi giştî 79 çete hatine girtin.
Pê ve girêdayî fermandarê CENTCOM'ê admîral Brad Cooper got ku wan gefa DAIŞ'ê li Sûriyê têk bir û ew ê şopandina şaneyên DAIŞ'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî bidomînin.