Li Bulvara Ataşehîrê, meşa ku li ser banga CHP'ê hat lidarxistin, ji aliyê partiyên siyasî û sendîkayan ve hate piştgirîkirin.
Berpirsên CHP`ê serkêşiya meşê kirin
Serokê CHP'ê yê Bajarê Stenbolê Ozgur Çelîk di meşê de dest nîşan kir ku wan yek ji meşên herî qerebalix ên dîrokî li Ataşehîrê li dar xistine û got:
"Çima em vê meşê li dar dixin?
Ji bo parastina îradeya gel, parastina demokrasiyê û parastina îradeya gelê Ataşehîrê ye.
Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adîguzel ku bi salan xizmeta welat dike û di hilbijartinên 2024'an de bi rêjeya rekor a 57% dengan wekî Şaredarê Ataşehîrê hate hilbijartin.
Niha, di operasyoneke nîvê şevê de, bêyî ku bizanin ew bi çi tê tawanbarkirin, Şaredarê me yê Ataşehîrê birin nav girtîgehê."
Çelik: Ew nikarin Tirkiyê bi rê ve bibin
Ozgur Çelîk bi tundî li dijî Hikûmetê axivî û ev yek anî ziman:
"Şaredarên hilbijartî di serdagirtinên nîvê şevê û sibehê de têne girtin. Em dizanin ew çi dixwazin, bikin. Ew nikarin Tirkiyê bi rê ve bibin.
Ew hewl didin ku bêkariya xwe her roj bi operasyoneke nû veşêrin. Ew xeyala Tirkiyeke bê muxalefet dikin. Em ê destûrê nedin vê yekê. "