Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28`ê Kanûna 2025`an ji ber şert û mercên jiyana zehmet dest pê kiribûn, di roja xwe ya 18`an de berdewam dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ji Îraniyan xwest ku xwepêşandanên xwe bidomînin û soz da ku wê alîkarî bigihîje wan.
Ji aliyê xwe ve, rayedarên Îranî, Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê bi gurkirina tundûtûjiya li welêt tawanbar kirin.
Her wiha rayedarên Îranî komkujiyên ku li ser destê dewleta Îranê pêk tên, kir stûyê komên terorîst ên ku fermanê ji aliyên derve werdigirin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan HRANA eşkere kir ku heta niha 2 hezar û 571 kesan di xwepêşandanan de hatine kuştin, di nava wan de 147 endamên hêzên ewlehiyê ne.