Karesata li Pentagonê: Agahiyên kesane yên mîlyonan leşker û karmendên Amerîkî hatin eşkerekirin

Sîstema zanyariyan a wezareta berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) rûbirûyê êrîşeke berfireh a sîberî bû; di encamê de agahiyên kesane û hesas ên zêdetirî 3 mîlyon karmend û leşkerên Amerîkî hatin dîtin û eşkere kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya ku tora "ABC News" a Amerîkî ji zarê berpirsekî Pentagonê veguhastiye, ev dizîna daneyan agahiyên kesane yên 2,76 mîlyon kesên jiyan dike û 294 hezar kesên wefatkirî lixwe digire. Di nav zanyariyên ku ketine destê hakeran de, jimareyên ewlehiya civakî (Social Security Numbers) û hûrgiliyên li ser karên ku wan kesan kirine hene.

Ev yek bûye sedema fikarên mezin ên ewlehiyê ji ber ku sîstema ketiye ber êrîşê, Navenda Daneyên Hêza Mirovî ya Berevaniyê (DMDC) ye ku zêdetirî 60 mîlyon qeydên leşker, karmend, peymankar û teqavûtan diparêze.

Berpirsê leşkerî diyar kir ku ev gihandina bêdestûr ji meha Cotmeha 2025'an heta Tîrmeha 2026'an berdewam kiriye û her ku daxwaz hatiye tespîtkirin, kêmasiya sîstemê hatiye çareser kirin.

Pentagonê destnîşan kir ku heta niha tu belge nînin ku nîşan bidin ev zanyarî ji bo armancên xerab hatine bikaranîn, lê tîmên taybet dest bi parastina nasname û çavdêriya krediyan a kesên bandordar kirine.

Êrîşeke din li ser FBI

Di heman demê de, daxuyaniyek li ser metirsiya sîberî ya li dijî portala karûbarên xebatkaran a Buroya Lêkolînê ya Federal (FBI) jî hat belavkirin. Koma hakeran a bi navê "Shiny Hunters" gefa belavkirina nav, navnîşan û rojbûnên karmendan xwaribû, lê piştre ragihand ku ew van daneyan belav nakin û armanca wan ne daxwaza fidyeyê ye. FBI diyar kir ku ev sîstema wan ne nehênî bûye û daxwaz ji karmendan hatiye kirin ku li hember bangên gumanbar baldar bin.

Heta niha tu peywendiyek di navbera her du êrîşên li ser Pentagon û FBI de nehatiye dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye