Brîtanyayê destûra bikaranîna baregehan da DYA'yê

Hikumeta Londonê ji bo êrîşên li dijî hedefên Îranê li Tengava Hurmuzê destûra bikaranîna baregehan da DYA'yê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di destpêka şerê Îsraîl-Amerîka li dijî Îranê, Brîtaniyayê got ku ew tevlî vî şerî nabe.

 

Paşê Serokê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka-DYA'yê Donald Turmp diyar kir ku ew ti hewceya wî bi piştgiriya Brîtaniyayê di şer de nîne.

 

Şevê din, Londonê destûr da washintgtonê ku baregehên leşkerî yên Îngîlîz wekî beşek ji êrîşên xwe yên plankirî li ser hedefên Îranê li Tengava Hurmuzê bi kar bîne.

 

Ev yek bi daxuyaniyek ji hêla Downing Street ve hate ragihand.

 

Li gorî wê, destûr di çarçoveya "parastina kolektîf a xweparastinê" de hatiye dayîn û bi taybetî "operasyonên parastinê" yên ku kapasîteya êrîşa mûşekî ya Îranê li dijî keştiyan hedef digirin di nava xwe de dihewîne.

 

Her wiha hate zanîn ku wê Brîtanya rasterast beşdarî êrîşan nebe û got:

 

"Rêgezên nêzîkatiya Îngîltereyê yên li hemberî şer neguheriye."

 

Hat bibîrxistin ku Brîtanya berê ji bo pêşî li êrîşên mûşekî yên Îranê yên ku gefê li berjewendî û welatiyên Îngîlîz dixwe bigire, baregehên xwe ji bo hêzên DYA’yê vekiribû.

 

Her wiha di daxuyaniyê de helwesta hikûmetê ya kêmkirina aloziyê û çareseriyeke bilez dubare kir.

 

Hikûmeta Londonê daxuyand ku êrîşên Îranê li herêmê krîzê kûrtir dike û xeteriya ku bandora wê li aboriya cîhanê zêde dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye