Bafil Talebanî: Li beramberî her gefê divê aliyên Kurd yekdeng bin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, bi peyamekê cejna Newrozê li kurdan pîroz kir û banga yekîtî û yekrêziyê li partiyên siyasî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya cejna Newrozê, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, peyameke pîrozbahiyê weşand.

 

Bafil Talebanî, di peyamê de banga yekîtî û yekrêziyê li partiyên siyasî kir û got:

 

"Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku gelê xwe ji xeteriyên ku herêmê dorpêç kirine, biparêzin."

 

Bafil Talebanî her wiha got ku ev cejin bi salvegera serhildana Kerkûka Qudsa Kurdistanê re hevdeme, ku ji bo gelê Kurd bûyerek girîng ya netewî ye.

 

Di peyamê de, Bafil Talebanî bi bîr xist ku cejna Newrozê ji bo Kurdan ne tenê cejneke, lê belê sembola aştî, biratî û yekîtîya gelê kurde jî.

 

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî  di dawiya peyama xwe de ji bo yekîtiyê ev bang kir:

 

"Ev Newroze me teşwîq dike ku em bi heman ruhî, bi hev re bixebitin da ku aramiya welat biparêzin û xizmeta gelê xwe yê xoşewîst bikin.

 

Di vê dema hesas de ku herêm di rewşek xeternak re derbas dibe, ji bo parastina netewa me li beramberî her gefê divê aliyên Kurd yekdeng bin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye