Daxuyanîya Taylandê careke din hêvîya bidawîkirina alozîyê ji holê rakir.
Artêşa Taylandê di derbatê mijarê de vê daxuyanîyê parve kir:
“Şeva Yekşemê, 250 dronên Kamboçyayê derbasî qada hewayî ya Taylandê bûn."
Artêşê vê bûyerê wekî provokasyon û binpêkirina agirbesta di navbera her du welatan de bi nav kir.
Taylandê bang li rayedarên Kamboçyayê kir ku li gorî peymana agirbestê tev bigerin.
Beriya çend heftiyan, ji ber nakokiyên sînor ên demdirêj şer di navbera Tayland û Kamboçyayê de derket.
Li gorî amarên fermî, ji ber vî şerî herî kêm 47 kes hatin kuştin û nêzîkî milyonekî sivîl koçber bûn.
2 roj berê, bi navbeynkarîya Çînê Tayland û Kamboçya ji bo agirbestekê li hev kiribûn.