Trump û serokwezîrê Qeterê li New Yorkê bi hev re civiyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li New Yorkê bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim El Sanî re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hin çavkaniyên agahdar destnîşan kirin ku Nûnerê Taybet Steve Witkoff jî, di civînê de amade bû û her du aliyan li ser çend xalan lihev kirine.

Civîna bi Trump re 2 saetan berdewam kiribû, lê Koşka Spî tu daxuyanî derbarê naveroka civînê de nedaye.

Berî vê civînê jî, Serokweîzrê Qeterê ku di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê welatê xwe ye, duh li Waşingtonê bi cîgirê serokê Amerîka û wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî re civiyabû û têkiliyên her du welatan û rewşa Rojhilata Navîn bi hev re gotûbêj kiribûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24