Hejmara qurbaniyên lehiyên Hindistanê gihişt 98 kesan

Li Hindistan lehî û li Japonyayê jî bahoz dibin sedema mirin û birîndariya kesan. Rewşa lehiyên li eyaleta Assamê ya Hindistanê hîn jî giran e û hejmara miriyan gihîştiye 98 kesan. Li Japonya jî bahoza Dolphin rû da di encamê de 5 kes birîndar bûn û elektrîka li ser 14 hezar avahiyan qut bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a Press Trust a Hindistanê, ragihand ku rewşa lehiyê li eyaleta Assamê ya Hindistanê hîn jî giran e û hejmara miriyan gihîştiye 98 kesan û 155,849 kes li 13 navçeyan jî bandor bûne.

Li gorî agahiyan, ji ber lehiyê nêzîkî 10,748 hektar zeviyên çandiniyê di bin avê de man û zêdetirî 47,000 lawir jî bandor bûn.

Li gorî ajansê, pir, rê û xanî jî di nav de zirareke mezin gihîştiye binesaziyê.

Li Japonya Bahoza Dolphin rû da

Ji aliyekî din ve, Bahoza Dolphin li parêzgeha Okinawa ya li başûrê Japonya xist, di encamê de 5 kes birîndar bûn û elektrîka 14,000 avahiyan qut bû.

Li gorî sky newsê, Çînê jî bender û xetên dergehan girt ji ber ku tê çaverêkirin ku bahoz bighêje peravên rojhilatê Çînê.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê da zanîn ku bahoz di saet 03:00 sibehê de bi qasî 160 kîlometreyan li bakurê rojavayê Girava Kume ya li Okinawayê bû û bi leza 15 kîlometreyan di saetê de ber bi bakurê rojava ve diçû.

'Tê payîn Dolphin di navbera roja yekşem û duşemê de li Çînê çêbibe'

Navenda Meteorolojiya Neteweyî ya Çînê, got ku tê payîn Bahoza Dolphin di navbera şeva yekşemê û sibeha duşemê de li peravên rojhilat û başûrê Çînê, bikeve.

Navenda Meteorolojiyê diyar kir ku bahoz wê bayekî bi xwe re bîne dibe ku leza wê ji 38 heta 45 metre di saniyekê de be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye