Sembola Berxwedan Û Hêviyê: Ronak Bapîr Xerîb

Çîroka Ronak Bapîr Xerîb di heman demê de xêza zilmê û berxwedaniyê ye; ew sembola karesata şingalê ya 2014`an û serkeftina jiyanê ya li dijî fermanê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di sala 2014an de, dema ku çeteyên DAIŞê êrişî Şingalê kirin û ferman anîn serê gelê Êzidî, Ronak Bapîr Xerîb tenê 14 salî bû. Wê di temenê xwe ê biçûk de çek hilda ser milê xwe da ku rûmet, malbat û gelê xwe biparêze.

Di wêneyê yekem de, piştî 7 rojan ji berxwedaneke giran a li ser çiyayê Şingalê, Ronak li gel dayik û xwişka xwe dadikeve û li bendî wesayîtekê ne da ku biçin cihekî ewle. Ew wêne cesaret û lehengiya keçeke ciwan a di nava karesatê de radixe ber çavan.

Îro, di wêneyê duyem de dîmenekî bi temamî cuda heye. Ronak êdî li cihekî aram dijî, zewiciye, bûye dayik û jiyaneke dilxweş derbas dike.

Ev herdû dîmen di heman demê de hem êş û birînên fermanê tînin bîra me, hem jî nîşan didin ku jiyan û hêvî li dijî zilmê serketiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye