Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi dirûşma "Bi rihê şehîdan û felsefeya Rêber Apo em ê civaka demokratîk, aştî û komînal ava bikin" li hola Zana ya bajarê Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Di civînê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, QSD, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Desteya Malbatên Şehîdan, Gazî û Girtiyan, amade bûn.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDˊê Aldar Xelîl rewşa siyasî nirxand û wiha got:
"Em ji bo serkeftina peymana 10ˊê Adar cidî ne, lê Hikûmeta Veguhêz demê dirêj dike û ji berbersiyarî û pêkanînê direve."
"Divê di Sûriyê de mafên hemû pêkhateyan were misogerkirin"
Xelîl derbarê "Danezana Destûrî" jî wiha pê de çû:
"Divê destûra bingehîn were guhertin û tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyê misoger bibe û prensîba jiyana hevbeş bi cih bibe.
Li kêleka wê jî divê pirsgirêka Kurd û ya hemû pêkhateyên li Sûriyê çareser bibin û roleke wan a sereke li herêmê hebe."
"Xwîna şehîdan ji bo avakirina pergalek demokratîk hatiye rijandin"
Xelîl di dewama axaftina xwe de wiha lê zêde kir:
Xwîna şehîdan ji bo avakirina pergalek azad û demokratîk ku edalet, wekhevî û azadiya jinan garantî dike û rûmeta hemû civakan bê cudahî diparêze, hatiye rijandin."
Piştî axaftinê rapora salê hat xwendin.
Di dawiyê de civîn bi encamnamekê bi dawî bû.
Yek ji bendê encamnameyê serdanên dibistan û zanîngehan ji bo şopandina karûbarên akademîk ên zarok,xwişk û birayên şehîdan bû.
Her wiha ji bo qîmetdayîn û kedê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyariyek da Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê.