Li Şirnexê talankirina daristanan ku pênc sal in di bin kontorla leşker û bi destê cerdevanan tê kirin, berdewam dike.
Walîtiyê bi daxuyaniyekê idîa kir ku ji ber germbûna hewayî û şewatên daristanan qedexeya ketin û derketina qada daristanan, ev biryar girtine.
Li van herêmên ku walîtiyê ketina wan qedexe kiriye, ev pênc sal in di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan qirkirina xwezayê tê kirin.
Hin welatiyan diyar kir ku ev biryar ji bo ku cerdevan bi rehetî qirkirina daran berdewam bikin hatiye ragihandin.
Bi biryara walîtiyê, ketina hemû qadên daristanê yên di nav sînorên bajêrê Şirnexê de ji 22’yê Tîrmehê heya 1’ê Îlonê hatiye qedexekirin.