Wezaretê Îro di daxuyaniyekê de, da zanîn ku hêzên Rûsiyayê bajarokên Verkhnyaya Bessarivka li herêma Kharkiv û Boykovoyê li herêma Zaporizhzhia li rojhilat û başûrê Ûkraynayê kontrol kirine.
Her wiha di daxuyaniya rojane ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de, di der barê operasyona leşkerî ya li Ûkraynayê ev agahî hatine belav kirin:
"Êrîşên li dijî balafirgehên leşkerî, cihên pîşesaziya leşkerî û binesaziya enerjî û sotemeniyê yên ku xizmetê didin hêzên Ukraynayê berdewam dikin.
Hêzên Bakur li herêmên Xarkiv û Sûmîyê yên rojhilat û bakurê Ûkraynayê 255 leşker kuştin.
Hêzên Rojava 170 leşkerên Ûkraynayê kuştin.
Hêzên Rojhilat 275 leşkerên Ûkraynayê kuştin.
Hêzên Başûr xetên stratejîk û meqam girtin û 175 leşkerên Ûkraynayê kuştin.
Hêzên Dnieper pozîsyona xwe ya taktîkî baştir kirin û 70 leşkerên Ûkraynayê kuştin.
Hêzên navendî pozîsyona xwe ya li seranserî xeta pêşîn baştir kirin û 370 leşkerên Ûkraynayê kuştin."