Cejna Ekîto; sersala kevnar a gelên Mezopotamyayê ye ku di 1'ê Nîsanê de dest pê dike.
Ev cejn mîrateyeke dîrokî ya 7 hezar salî ye û kokên wê digihêjin şaristaniyên Sumer û Babilê.
Bi giranî ji aliyê gelên Asûrî, Kildanî û Suryanî ve li seranserê cîhanê tê pîrozkirin.
Îro gelê Asûrî, Kildanî û Suryanî li gundê Til Werdîyat ê girêdayî bajarê Hesekê, cejana xwe pîroz kirin.
Di pîrozbahiya Ekîto de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, partiyên siyasî, saziyên civakî û hêzên leşkerî amade bûn.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di pîrozbahiyê de destnîşan kir ku gelê Asûrî-Suryanî di şoreşa Sûriyê de roleke girîng lîstine û tekez kir ku divê mafên wan di destûra Sûriyê de bên bicihkirin.
Endamê Desteya Cîbicîkar a Partiya Yekîtiya Suryanî Gebrîyêl Şemûn, cejan Ekîto li tevahî pêkhateyên Sûriyê taybet ên Asûrî û Suryanî pîroz kir.
Gebrîyêl Şemûn girîngiya şaristaniya wan a ku li Mezopotamyayê dest pê kir û bandora xwe li gelan kiriye, bi bîr xist û tekez kir ku Ekîto yekem cejna şaristanî ye ku mîrateyeke dirêj vedibêje.
Şemûn destnîşan kir ku têkoşîna wan ta bidestxistina mafên wan ên destûrî dê dewam bike.
Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Jinên Suryan Sewsen Ebdulehed, got ku kombûna wan a bi hemû pêkhateyan re piştî demeke dirêj ji berxwedaniyê hatiye.
Sewsen Ebdulehed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku ziman, çand û cejnên wan ên neteweyî her di aramî û ewlehiyê de berdewam bikin.
Newar Melûs jî da zanîn ku hêviya wî ew e ku di sala nû de, hemû pêkhate hevgirtina xwe xurtir bikin û daxwaz kir ku zimanê wan ê Suryanî bi fermî ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve were naskirin.
Melûs di heman demê de destnîşan kir ku, pêwîst e ku Sûriye welatekî nenavendî be da ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî be.
Ekîto di serdema Sumeran de bi navê "Zagmûk" dihat naskirin.
Weke ku 21'ê Adarê bo gelê Kurd destpêka buharê û serkeftina ronahiyê li ser tariyê ye, Ekîto jî ji bo gelên Mezobotamyayê sembola nûbûna xwezayê, şînbûna axê û serkeftina li ser tariyê ye.
Li gorî salnameya Babilî-Asûrî em derbasî sala 6776'an dibin.