Hat Nûkirin: Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Parêzgeha Hesekê derbarê êrîşê de daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de da zanîn ku êrîş ji aliyê du çekdarên nenas ve ku li ser motorsiklêtekî bûn pêk hatiye û got:
Di êrîşa îro ya li nêzî zanîngeha Qurtiba ya li ser riya M4, Ebdilezîz Fêsel Hesen yê bi temen 18 salî şehîd bû û hevalê wî jî birîndar bû.
Hêzên Ewlekariyê eşere kir ku piştî êrîşê herdu çekdarên nenas reviyan.
Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku aliyên peywendîdar dest bi lêgerîna êrîşkaran kir.
Dayika şehîd Ebdilezîz Hesen ji kenala me re behsa kêliyên dawî yên axaftina bi kurê xwe re dike.