Di 29'ê Çileyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hatibû îmzekirin.
Pevguhertina dîlgirtiyan yek ji xalên sereke ya vê peymanê bû.
Zêdetirî mehekê li ser vê peymanê re derbas bû û hîna jî hemû dîlgirtî nehatine berdan.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî di Adarê de ragihandibû ku nêzî 1070 kes (hem şervan û hem jî sivîl) di destê hikûmetê de ne.
Heta niha, ji wê jimareya destnîşankirî, nêzî 430 dîlgirtî hatine berdan.
Îro li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê jimareyek ji malbatên dîlgirtiyên QSD'ê yên ku ji aliyê Hikûmeta Veghuêz ve hatine girtin, daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de zarokên wan werin berdan.
Dayikeke koçber ji Efrînê, tenê yek kurê wê heye û ew jî li Şêx Meqsûdê hatiye girtin.
Ayşe Îbrahîm hevjîna dîlgirtiyekî ye. Ew bi xwe ji pêkhateya Ereb e û hevjînê wê yê dîlgirtî Kurd e.
Ayşe dibêje ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi zanebûn Kurdan bernade.
Dayikek din jî dibêje ku kurê wê Berzan zavayê 8 mehî, li Dêra Zorê hatiye girtin û agahî ji wan re hatiye ku di girtîgeha Helebê ya navendî de ye.
Kurê Xalîsa Dawûd jî li Dêrhafirê hatiye girtin, agahî jê re hatine ku kurê wê li girtîgeha Helebê ye, lê hîna nehatiye tekezkirin.
Xalîse Dawûd dibêje ku di girtîgehên hikûmetê de, êşkence li zarokên wan tên kirin.