Kurdên bê nasname daxwaz dikin ku nasnameyên wan çêbibin

Ji salên 60`î ve bi biryareke Hikûmeta Sûriyê ya wê demê, zêdetirî 120 hezar Kurd ji mafê Hemwelatîbûnê bêpar man ango "Mektum El qeyd" in. Hemrîn Izo Emîn ji Nûçe Tv re got ku ji ber Mektûmbûnê zarokên wê ji xwendinê bêpar man û hêvî kir ku nasnameyên wan werin çêkirin, ji bo ku bibin xwendevan.

reset font size increase font size

Di sala 1962'yan de ji aliyê Rejîma Baas`ê ve, serjimariyek li parêzgeha Hesekê hatibû destpêkirin.

Di wê serjimariyê de, derdora 120 hezar Kurd bê nasname û ji mafê hemwelatîbûnê bêpar man.

Di encama vê serjimariyê de, beşek ji Kurdan bûn hemwelatî, beşek biyanî û beşek jî Mektûm man.

Kurdên ku man Mektûm ji mafê hemwelatîbûmê, derketina ji bajêr û xwendinê bêpar man.

Di der barê mijarê de, Hemrîn Izo Emîn ku bi xwe Mektûm e û xwediya 5 zarokan e.

Hemrîn Izo Emîn ji Nûçe Tv re got ku 5 zarokê wê ji ber bênasnamebûnê ji mafê xwendinê û hemwelatîbûnê bêpar mane, hêvî kir ku nasnameyên wan werin çêkirin.

Her wiha Erona Elawî jî jineke Kurd e, nasnameya wê tune ye, hêvî kir ku nasnameya wê çêbibe û biçe Hecê û serdana Kabê bike.

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku, li gorî fermana qanûnî ya hejmar 13 a ku di sala 2026'an de hatiye derxistin, ew ê ji 6ˊê nîsanê ve dest bi qeydkirina navên Kurdên Rojava yên ku nasnameyên wan tune ne ango Mektûm in, bike.

Li gorî daxuyaniyê, wê li 9 navendan li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Heleb, Dêrazorê, Reqa û Şamê nav werin qeydkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye