Li herêma Myanmarê êrîşek bombeyî pêk hat, 20 kes hatin kuştin

Li herêma Sagaing a Myanmarê di xwepêşandaneke li dijî rejîma cuntayê de êrîşeke bombeyî ya bi paramotoran pêk hat. Di encamê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepeşandan li bajarokê Chaung-U hatibû lidarxistin. Hat ragihandin ku beramberî êrîşa pêk hatî de artêşa Myanmarê daxuyaniyek fermî nedaye.

Her wiha girêdayî heman mijarê endamekî Hêzên Parastina Gel ya Myanmarê eşkere kir ku di vê demê dawî de şeş ​​caran bi paramotoran herêm hatiye bombebarankirin.

Piştî ku leşkeran di sala 2021'an de hikûmeta sivîl a hilbijartî hilweşand, xwepêşandan û pevçûnên çekdarî li seranserê welêt belav bûn û qet nesekinîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24