Şerê Rûsya û Ûkranyayê yê demdirêj her diçe dijwartir dibe.
Şerê ku tê kirin, ne şerê Ûkranyayê li hember Rûsyayê ye, ev şerê Welatên Ewropayî li hember Rûsyayê ye.
Kompaniya elektrîkê ya Ûkraynayê, Ukrinergo diyar kir ku Rûsyayê şeva borî êrîşeke "mezin" a mûşekî û dronî li ser binesaziya enerjiyê li herêma Odessa ya başûrê Ûkraynayê pêk anî.
Ukrinergo tora elektrîka Ûkraynayê bi rê ve dibe.
Ukrinergo: Li çar herêmên din jî elektrîk qut bû
Kompanyayê bi rêya Telegramê da zanîn ku hejmareke mezin ji xelkê li herêma Odessa bê elektrîk mane.
Her wiha Kompaniyayê got ku li çar herêmên din jî elektrîk qut bû.
Wezîrê Veguhastinê yê Rûsyayê Andrei Nikitin diyar kir ku Moskova rê nade Ûkraynayê ku trafîka hewayî ya sivîl di asteke mezin de asteng bike
Zelensky: Qada hewayî ya Rûsyayê xeternak bûye
Zelensky hişyarî da kompaniyayên hewayî û sîgorteyê yên Rûsyayê.
Ji ber hebûna dronên Ûkraynî di qada hewayî ya Rûsyayê de, bikaranîna qada hewayî xeternak kiriye.
Ajansa Interfax li ser zimanê Wezîr Nikitin wiha got:
"Bê guman, em ji bo vê yekê amadekariyê dikin û van gefan hemûyan li ber çavan digirin.
Em bi berdewamî dixebitin ku ewlehiya firînê û pêdiviyên ewlehiya balafirgehan baştir bikin.
Ji bo hemû gefên ku ji hêla terorîstan ve tên kirin, çareseriyên me hene."
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn duh diyar kir ku hişyariya Zelensky nîşan dide ku Ûkrayna dixwaze "terorîzma dewletê" bike.
Pûtîn got ku Moskova dê rêyekê bibîne ku bersivê bide, heke ev yek çêbibe.