Heta niha projeya ronahî li Dihokê weke pêwîst xizmeta welatiyan nekirye
Ji ber lawazî û kêmiya kehrebeya Projeya Ronahî ya li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kûrdistanê, xelk berê xwe didin jeneratorên taybet. Aliyên eleqedar ji bo çareseriya vê pirsgirêkê niha jimara tabloyên kehrebeyê zêde dikin û li şûna tabloyekê, niha du tabloyên kehrebeyê ji bo xelkê tên danîn. Nûçegihanê me Sîdad Hebîb li ser mijarê raporek amade kiriye, em temaşe bikin.