Çapa pêncemîn a Foruma Antalyayê bi beşdariya nêzî 5 hezar kesayetên ji 150 dewletan e ku di nav wan de 20 serokên dewletan û nêzî 15 cîgirên serokdewletan hene.
Di Foruma îsal de ku dê heta 19`ê Nîsanê bidome, zêdeyî 40 civînî tên organîzekirin.
Hin ji van civînan taybet bi lîderan in û hin jî civînên herêmî û navdewletî ne ku dosyayên ciyawaz gengeşe dikin, mîna pêşketinên siyasî, aborî, jîngehî û teknolojî.
Her wiha di bernameya wê de hin civînên girîng hene, mîna civîna sêyemîn a wezîrên derve yên platforma aştiyê li Balkanê, civîna Erebî-Îslamî bo Xezeyê, civîna nefermî ya rêxistina dewletên Tirk û civîna Tirkiyê, Pakistan, Siûdiye û Misirê.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şera jî beşdarî Forumê bûye û li Antalyayê bi jimarek lîder û berpirsan re hevdîtin pêk anîn.
Ehmed Şera bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Azerbeycanê Îlham Eliyêf û Serokê Meclîsa Wezîran û Wezîrê Derve yê Yemenê Mihsin Zîndanî re hevdîtin kirin.
Sala 2021`ê Tirkiyê ev Forum da destpêkirin û ew weke platformeke navdewletî ji bo lêkolînkirina kêşeyên cîhanî tê dîtin.