Reyadarên herêmê ragihandin ku li Nepalê ji ber hezazê , lêdana birûskê û lehiyan, herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî winda ne.
Desteya Birêvebirina Rîska Karesatên Neteweyî ya Nepalê da xuyakirin ku di nav qurbaniyan de, 37 kes ji navçeya çiyayî ya rojhilatê Îllamê ne.
Alîkarê berpirsê îdarî yê Illam Bholanath Guragai da zanîn ku di encama hilweşîna xaniyekê de, 6 kes ji heman malbatê jiyana xwe ji dest daye.
Di sala borî de, li Nepalê ji ber karesatên xwezayî, 224 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 158 kesên din jî birîndar bûbûn.