2 keştiyên petrolê yên Îraqê di tengava Hurmizê re derbas bûn

Wezareta Petrolê ya Îraqê bi daxuyaniyekê, ragihand ku di çarçoveya zêdekirina hinardekirina enerjiyê de, di vê mehê de 2 keştiyên petrolê yên Îraqê bi awayekî serkeftî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tengava Hurmizê careke din bû şahida tevgera tankerên Îraqê.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku di vê mehê de du keştiyên petrolê yên Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr der barê hinardekirina petrolê de axivî.

Basim Mihemed Xuzeyr da zanîn ku niha hinartina petrolê tenê bi rêya boriya Herêma Başûrê Kurdistanê tê kirin, ku rêjeya wê digihêje nêzî 200 hezar bermîlan.

Basim Mihemed dest nîşan kir ku "rêjeyeke kêm" jî di Tengava Hurmizê re tê hinartin û wiha got:

"Di vê mehê de du keştiyên ku petrola Îraqê hilgirtibûn di Tengava Hurmizê re derbas bûn.

Keştiya dawîn roja yekşemê milyonek bermîl petrol li Besreyê bar kir."

"Xwediyên keştiyan nikarin rîskê wergirin"

Wezareta Petrolê ya Îraqê, diyar kir ku eger Tengava Hurmizê vebe, di nava hefteyekê de ew dikarin careke din bigihêjin şiyana hinartina 3 milyon bermîlî û wiha domand:

"Pirsgirêk ew e ku xwediyên keştiyan niha nikarin rîskê wergirin û bi keştiyên xwe petrolê di tengavê re bar bikin."

Basim, der barê xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê de ku wekî boriya niştîmanî tê naskirin, wiha got:

"Em hîn jî mijûlî çalakirina boriyê ne, ji ber ku gelek pirsgirêkên wê hene.

Dibe ku di nava mehekê de xebatên wê biqedin."

Li aliyekî din jî Hikûmeta Tirkiyê di 27`ê Tîrmeha 2025`an de ragihandibû ku, peymana boriya veguhastina petrola xav a di navbera Tirkiye û Îraqê de sala 2026`an bi dawî dibe.

Peyman di 27`ê Tebaxa 1973`yan de, di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin û wê di 27ê Tîrmeha îsal de bi dawî bibe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye