Brîtanya daxwaza pêşxistina şiyanên leşkerî yên Ukraynayê kir

Serokwezîrê Brîtanyayê di hevdîtina xwe ya bi serokê Ukraynayê re li Londonê, daxwaza pêşxistina şiyanên leşkerî yên Ukraynayê kir, nexasim di warê çekên dûravêj de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro, beriya civîna "Koalîsyona dilxwazan" a ji dewletan dixwazin ku garantiyên ewlehî pêşkêşî Kîevê bikin, bi serok Volodymr Zelensky re civiya û daxwaza zêdekirina radestkirin çekên dûravêj ji bo Ukraynayê kir.

Starmer di hevdîtinê de got: "Ez texmîn dikim, em dikarin şiyanan zêde bikin, bi taybet di aliyê şiyanên dûravêj de."

Her wiha got: "Bi rastî jî gelek xebat  ji aliyê Koalîsyona Dilxwazan ve derbarê garantiyên ewlehiyê yên guncav de, hene."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye