Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên li ser Penceşêrê di rapora xwe ya nû de hişyariyeke tund dan.
Li gorî raporê, eger tedbîrên lezgîn ji bo pêşîlêgirtin, tespîtkirina zû û dermankirinê neyên girtin, hejmara nexweşên penceşêrê dê heta sala 2050’yî salane bigihîje nêzîkî 35 milyonî.
Ev di demekê de ye ku di sala 2024’an de 20.6 milyon bûyer hatine tomar kirin.
Nexweşiya penceşêrê piştî nexweşiyên dil û damaran, wekî sedema duyemîn a sereke ya mirinê li cîhanê dimîne û salane dibe sedema mirina 9.7 milyon kesan.
Di nav vê hejmarê de zêdetirî 4.8 milyon kesên temenê wan di navbera 30 û 69 salî de ne, ku wekî mirina pêşwext tê hesibandin.
Rapor destnîşan dike ku ji her pênc kesan yek dê di jiyana xwe de bi penceşêrê bikeve û nêzîkî %92’yê nifûsa cîhanê dê rasterast an bi rêya malbata xwe bandorê ji vê rewşê bibîne.
"Newekheviya aborî bandorê li rêjeya nexweşiyê dike"
Di raporê de bal hat kişandin ser cudahîyên mezin ên di navbera welatên dewlemend û xizan de.
Wekî mînak:
Rêjeya jiyanê ya 5 salan piştî tespîtkirina penceşêra pêsîrê li welatên dewlemend %87 e.
Ev rêje li welatên feqîr û kêm-dahat ji ber kêmasiya derfetên bijîşkî tenê %42 e.
Rêveberê Giştî yê WHO’yê, Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ser vê yekê got:
"Divê şansê saxmayîna ji pençeşêrê bi cihê ku kesek lê ji dayik bûye an asta dahata wî ve neyê girêdan."
Cureyên herî belav ên penceşêrê û rêyên pêşîlêgirtinê
Rapor diyar dike ku nexweşiya penceşêrê li 41 welatan sedema yekem a mirina pêşwext e.
Di nav jinan de: Penceşêra pêsîrê
Di nav mêran de: Penceşêra pişikê, prostat û kolon (rovî).
Li seranserê cîhanê: Penceşêra pişikê di rêza yekem a mirinan de ye.
Faktorên rîskê yên herî mezin cixarekêşandin, vexwarina alkolê, qelewbûn, kêmbûna tevgerê û xwarina ne tendurist in.
Di dawiyê de, rapor hişyarî dide ku ev nexweşî ne tenê barê tenduristiyê, lê ji ber lêçûnên giran ên aborî û bandorên psîkolojîk, barekî pir giran dixe ser milê malbatan jî.