Li Fransayê xwepêşandanên xwendekarên dibistanên amadeyî berfireh bûn.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, duh herî kêm 256 hezar xwepêşander derketin kolanan.
Ev 256 hezar xwepêşander jî daxwaza şert û mercên çêtir ên perwerdehiyê dikin.
Her çend organîzatoran texmîn dikir ku hejmar bigihîje 450 hezar kesî.
Yekîtiyên xwendekaran biryardariya xwe ya ji bo domandina zexta li kolanan nîşan dan û ji bo roja pêncşemê banga çalakiyên zêdetir kirin.
Li 891 dibistanan xwendin hat rawestandin
Tevî ku hikûmetê bang li xwendekaran kiribû ku ji bo diyalogê vegerin dibistanê.
Di nava tedbîrên tund ên ewlehiyê de, sendîka û mamoste jî tevlî xwepêşandanên xwendekaran bûn.
Li gorî Wezareta Perwerdehiyê, duh ji 3 hezar û 700`î, li 891 dibistanan ders bi temamî yan jî qismî hatin rawestandin.
Piştî du heftiyan ji xwepêşandanên li Fransayê duh Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee civîneke awarte li dar xist.
Ji ber rageşiya xwepêşander û polîsan 215 xwendekar birîndar bûn
Ji destpêka xwepêşandanan a di 17`ê îlonê de li herêma Parîsê heta niha, bi giştî 215 xwendekar birîndar bûne.
Her wiha rayedaran diyar kirin ku zêdetirî 700 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.
Wezareta Karên Hundir a Fransayê destnîşan kir ku ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve, 6 hezar û 100 kes hatine desteserkirin ku piraniya wan zarok in.
Wezareta Dadê jî diyar kir ku zêdetirî hezar û 800 kes di nav de hezar û 483 zarok bi tohmetên ne diyar re rû bi rûyê dozê ne.