Bi guherîna avhewayê re li gelek welatan lehî rabû û ji ber germahiya zêde jî li gelek welatan şewat derketin.
Li Spanya ji ber germahiya zêde, li pey hev şewat derdikevin.
Agir li herêmeke gundewarî ya parêzgeha Guadalajara a li başûrê Spanyayê derket.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez roja çarşemê serdana herêma agir a li Guadalajara kir û ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê, daxwaza peymanekê di navbera partiyên siyasî de kir û ev peyam da:
"Sal bi sal, em bi zelalî dibînin ka guherîna avhewayê çawa dewlemendiya civaka me dikuje û wêran dike.
Ev ne mijarek siyasî ye, lê mijareke zanist û rastiyan e."
Nêzîkî 34 gundên herêmê hatin valakirin, lê ti birîndarî an mirinên giran nehatin ragihandin.
Di operasyonên agirkujiyê yên roja çarşemê de zêdetirî 200 agirkuj ji hêla wesayîtên bejahî û balafiran ve hatin piştgirîkirin.
Spanyayê îsal 22 şewatên mezin ên daristanan dîtine.
Ew şewata dawiyê weke agirê mezin tê pênasekirin ku ji 500 hektarî zêdetir erd şewitîne.