Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê şevê din li ser tesîsên pîşesaziya parastinê û navendên veguhastin û lojîstîkê yên li bajarên Kîev û Zaporizhzhia yên Ûkraynayê êrîşên asmanî pêk anîn.
Karbidestên Ûkraynî diyar kirin ku di encamê êrîşên Rûsyayê yên li ser bajarê Zaporizhzhia yê başûrê rojhilatê Ûkraynayê de 6 kes hatin kuştin û 20 kesên din birîndar bûn.
Di heman demê de Karbidesta gotin ku paytext Kîev jî hat hedef girtin di encam de şewat derket.
Zelensky: Rûsyayê mûşekên Koreya Bakurî bi kar anîn
Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku Rûsyayê di êrîşên xwe de mûşekên Koreya Bakurî bi kar anîn.
Zelensky li ser platforma X’ê ev peyam da:
"Ûkrayna bi mûşekên balîstîk ên Koreya Bakurî, mûşekên Zircon ên Rûsî û bombeyên asmanî yên rasterast hat armanckirin û êrîş wekî êrîşeke hovane bi nav kir."
Zelensky: Ûkrayna dê êrîşên xwe li dijî armancên Rûsyayê bidomîne
Di axaftina xwe ya televîzyonî de roja duşemê êvarî, Zelensky got ku Ûkrayna dê êrîşên xwe yên li ser armancên kûr di nav Rûsyayê de bidomîne, da ku ji Moskovayê re eşkere bike ku aştî pêwîste.
Her wiha Zelensky li ser piştgiriya leşkerî ya ku Koreya Bakurî dide Rûsyayê hişyarî da.
Rûsya: Me 396 dronên Ûkraynayê anîn xwarê
Ji aliyekî din ve, Ûkraynayê êrîşî Rûsyayê kir.
Parêzgarê herêma Voronezh a Rûsyayê û şîrketa Wild-berrys gotin ku di encama êrîşeke dronan a Ûkraynayê de kesek hat kuştin û du kes birîndar bûn.