Dadgeha Şamê cezayê bidarvekirinê li Beşar Esed û çend kesên din birî

Dadgeha sûcan a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê cezayê bidarvekirinê li Beşar Esed, Mahir Esed û çend kesayetiyên din ên rêjîma Baasê birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dadgeha Cezayê ya Çarem a Şamê der barê Beşar Esed, Atif Necîb û hin berpirsên dîtir ên reviyayî de biryara bidarvekirinê da.

Dadwerê dadgehê Fexredîn Eryan got ku dadgehê Beşar Esed bi kuştin, êşkence, girtina neqanûnî û sûcên dijmirovî tawanbawar kir.

Fexredîn ji ber van tawanan cezayê bidarvekirinê li Beşar Esed birî.

Her wiha dadgehê Atif Necîb bi kuştin, êşkence û handana kuştinê sûcdar kir û cezayê bidarvekirine lê birî.

Di heman dosyayê de Mahir Esed, Fehed Casim Ferîc, Mihemed Eymen Eyûş, Luey Elî Elî, Qusey Îbrahîm Mehyûb, Wefîq Salih Nasir û Isêmî bi kuştin û êşkenceya bi zanebûn sûcdar kirin û cezayê bidarvekirinê li wan hat birîn.

Piştî ku ev ceza li rayedarên rêjîma Baasê hatin birîn, li seranserî welêt şahî hatin lidarxistin.

Li Şam, Idlib, Dera û gelek derveyên din xelk daketin qadan û ev biryar bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye