Ev du roj in hin medya belav dikin ku di berdewamiya şer de jî, têkiliyî di navbera Îran û Amrîkayê de hatine avakirin.
Axios`ê jî, belav kir ku li gorî berpirsekî Amerîkî û çavkaniyeke agahdar ku di rojên borî de têkiliyên rastesrat di navbera nûnerê Amerîkî Steve Wittkopf û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqchi de, ji nû ve hate aktîfkirin.
Li gorî Axios`ê got ku di navbera her dû aliyan de peyam jî hebûn, lê hîn ne diyar e ku ev peyam çiqas girîng bûn.
Abas Araqçî: Têkiliya min a herî dawî bi Steve Wittkopf re berî êrîşên Amerîka û Îsraîlê bû
Di derbarê vê yekê de, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abas Araqçî, li ser malpera xwe ya X`ê daxuyaniyek da.
Abas Araqçî, ev agahî red kir û da zanîn ku têkiliya wî ya dawî bi nûnerê Amerîkî Steve Wittkopf re, berî êrîşa Amerîka û Îsraîlê bû û wiha got:
“Têkliya min ya dawî bi birêz Witkoff re, beriya biriyara bidawîaîna dîplomasiyê bi êrîşa ne qanûnî ya li ser Îranê bû”.
Di heman Çarçoveyê de jî, şeva 16`an ya şerê di navbera Îsraîl-Amrîka û Îranê de, Serokê Amerîkayê Donald Turmp got ku ew bi Îranê re di nava têkliyan de ne.
Her wiha Axios`ê da xuyakirin ku li gorî 3 çavkaniyên agahdar, Nûnerê Amerîkî Steve Wittkopf plan dike ku di rûniştineke girtî de roja sêşemê piştî nîvro komeke biçûk ji senatorên Komarî û Demokrat li ser şerê li dijî Îranê agahdar bike.
Axios`ê da zanîn ku ev runiştin ji aliyê Senatora Komarî Joni Ernst ve, hatiye organîze kirin.