Li Ebû Dabî kesek ji ber parçeyên mûşekeke balîstîk mir

Tevî şermezarkirinên navneteweyî, êrîşên Îranê li ser Welatên Kendavê hîn jî berdewam e. Îro li Ebû Dabî kesek ji ber parçeyên mûşekeke balîstîk a hatiye bêbandorkirin jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de kete hefteya xwe ya sêyem, Tehran bi berdewamî mûşek û dronan ber bi welatên Kendavê ve davêje.

 

Îro li Ebû Dabî kesek ji ber parçeyên mûşekeke balîstîk a hatiye bêbandorkirin mir.

 

Hate ragihandin ku îro herêma Fujairah ya li perava rojhilatê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, bû hedefa êrîşeke nû ya bi dronan ku di encamê de şewat derket lê ti birîndar çênebûn.

 

Her wiha Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku di çend demjimêrên borî de li Parêzgeha Rojhilat 12 dron hatin xistin.

 

Di heman demê de Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku wan mûşekek bêbandor kirine.

 

Wezareta Karên Hundir a Qeterê destnîşan kir ku ji ber bermayiyên ku dikevin, li herêma pîşesaziyê agirê piçûk derketiye, lê birîndar tune ne.

 

Parêzvanên Neteweyî yên Kuweytê jî ragihand ku wan li deverên di bin parastina xwe de dronek xistine xwarê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye