Bi boneya Cejna Newrozê, li Kobanê Rêveberiya Xweser a bajêr û Komîteya amadekar a çalakiyên Newrozê agir vêxistin û bi daxuyaniyekê Newroz pîrozkirin.
Daxuyanî, li pêş avahiya Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî û Erebî, hate xwendin.
"Newroz sembola têkoşîna li dijî qirkirina dîroka gelê Kurd e"
Di daxuyanî de hate gotin ku roja Newrozê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyek taybet e, ji ber ku sembola têkoşîna li dijî hemû cureyên zilm û zorê û qirkirina nasname, çand û dîroka gelê Kurd e.
Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê di daxuyaniyê de diyar kir ku di vê salê de jî pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê di şert û mercên dijwar de tên pêkanîn û wiha berdewam kir:
"Ji ber êrîşên hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz li ser gundan û dorpêça ku zêdetirî 50 rojan li ser bajar hatiye sepandin, bûye sedema giranbûna krîza mirovahî û tenduristiyê."
Di daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Veguhêz hat kirin ku êsîran serbest berdin û çarenûsa wendabûyan eşkere bikin.
Her wiha bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurd jî hat kirin ku di vê qonaxa hesas de ji bo yekîtiya Kurdî bixebitin, da ku mafên rewa yên gelê Kurd bêne parastin.
"Bi ruhê yekîtiya neteweyî em agirê Newrozê geş bikin"
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê li bajarê Kobanê wê bi dirûşma"Bi ruhê yekîtiya neteweyî em agirê Newrozê geş bikin" dest pê dikin.
Piştî xwendina daxuyaniyê, agirê Newrozê hate pêxistin û govend hatin gerandin.
Pîrozbahiya navendî ya Newrozê dê di 21'ê Adarê de, li ser Girê Miştenûr were lidarxistin.