Endamên meclisa gel a Sûriyê civiyan

Li Şamê civîna parlementoya Sûriyê hat lidarxistin. Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera eşkere kir, ku ew îro ji bo avakirina welatê xwe hevkarên hev in. Di civînê de, serokê parlementoyê, cîgirê serokê parlementoyê û sekreterê parlementoyê hatin hilbijartin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

12'ê vê mehê, Meclisa Gel ango Parlamentoya Sûriyê civîna xwe ya yekem li dar xist. Ev civîn li avahiya parlamentoyê ya li Şamê bi beşdariya hemû endamên meclisê pêk hat. Destpêkê, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera axivî. Ehmed Şera ragihand ku ev meclis "platformek ji bo rastî û dadmendiyê" temsîl dike. Şera da zanîn ku ew îro ji bo avakirina welatê xwe hevkarên hev in.

Şera bang li endaman kir ku çanda diyalogê, serweriya hiqûqê û rêzgirtina ji bo saziyan serwer bikin. Paşê, endamên parlamentoyê bi komî sond xwarin. 

Serokê parlamentoya Sûriyê hat hilbijartin

Endamên Parlamentoya Sûriyê di rûniştina yekem a li Şamê de Ebdulhemîd Ewak wek serokê parlamentoyê hilbijart.

Ewak mastera hiqûqê ji Zanîngeha Helebê wergirtiye. Wî gelek erkên akademî û yasayî wergirtine weke şêwirmendê Wezareta Dadê û mamosteyê zanîngehê di Qanûna Destûrî de.

Her wiha Madona Beşara û Mistefa Mûsa wekî cîgirê serokê Parlamentoya Sûriyê hatin hilbijartin.

Li rex van jî, Mû'eyed Hebîb wekî Sekreterê Parlementoyê hat hilbijartin. Civîna ku hat lidarxistin, piştî hilweşîna rêjîma Baasê, yekemîn civîna parlementoyê bû.

Li gorî pergala demkî ya hilbijartinan, Parlamentoya Sûriyê ji 210 endaman pêk tê. Ji wan 140 endam ji aliyê komîsyonên hilbijartinan ên parêzgehan hatin erkdarkirin. 

Serokê hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera 70 endam erkdar kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye