Li Endonezyayê hejmara qurbaniyên gihîştiye 8 kesan

Ji ber hilweşîna dibistaneke Îslamî li Endonezyayê 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsê Ofîsa Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Surabaya Nanang Sigit diyar kir ku îro, cenazeyên du zarokan ji bin kavilên hilweşiyayî hatin derxistin.

Bi vê yekê jî, hejmara qurbaniyên hilweşîna dibistanekê gihîştiye 8 kesan.

Ev bûyer li parêzgeha Java ya Rojhilat Endonezyayê li dibistana El-Xezînî dema ku xwendekar ji bo nimêja piştî nîvro kom dibûn, ji nişka ve hilweşiya.

Li gorî daneyên fermî, 59 kes di bin kevalên avahiyê de, asê mane.

Lêkolînek ji bo diyarkirina sedema hilweşînê hatiye vekirin, lê li gorî pisporan nîşanên destpêkê pirsgirêkên avahîsaziyê û nelihevhatina avahiyê bi pîvanên avakirinê re nîşan didin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24