Saziya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) diyar kir:
“Kaptanê keştiya petrolê ragihandiye ku heybereke nenas li keştiya wan ketiye. Vê yekê zerer Gihandiye keştiyê û keştî ji kar xistiye.”
Saziyê da zanîn ku rewşa hemû tîmên keştiyê baş e.
Saziyê eşkere kir ku ev rûdan 16,7 kîlometreyan li bakurrojhilatê navçeya Şîşeyê ya Umanê çêbûye
Her wiha di daxuyaniya ku li ser înternetê hatiye belavkirin de li ser nasnameya keştiyê û rêwîtiya wê ti agahî nehatin dayîn.