Medyaya Îraqê ragihand ku duh di derengiya şevê de baregeha Seraya Xurasanî (Lîwaya 18) li navçeya Qaim a parêzgeha Enbarê hatiye êrîşkirin.
Di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene, lê hêjmara wan hîna jî nehatiye zanîn.
Dema ku şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê dest pê kir, hêz û komên çekdar ên nêzî Îranê li Iraqê, piştgiriya xwe ji bo dewleta Îranê nû kirin.
Ji 1'ê Adara 2026'an vir ve, baregehên Hêzên Parastina Gel (Haşd el-Şeebî) li Iraqê rastî pêleke dijwar a êrîşên asmanî tên.
Di van êrîşan de herî kêm 27 çekdar hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Li dijî Lîwaya 19'an li Enbarê (nêzîkî sînorê Sûriyê) êrîşên asmanî hatin kirin. Di encamê de 29 çekdarên Heşdê hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.
Li Taxa Bedir li Kerkûkê û deverên nêzîkî balafirgehê, baregehên feyleqa Tirkmenan û Ketayib Îmam Elî hatin bombebarankirin.
Li devera Jurf el-Nasir a Babilê jî baregehên Ketayib Hizbullah bûn armanc.
Her wiha, Balafirên şer baregeha Lîwaya 30'an a li Deşta Neynewayê bombebaran kirin û depoyên çekan wêran kirin.
Li bakurê Bêcî li Selahedîn, Lîwaya 51'an du caran hat êrîşkirin, lê zanyariyên li ser kuştiyan nehatine piştrastkirin.
Heşd el-Şeebî balafirên Dewletên Yekbûyî (DYA) û Îsraîlê bi van êrîşan tawanbar kir, lê heta niha her du welatan jî bi fermî berpirsyarî negirtine ser xwe.