Trump: Piştgiriya me jI NATO'yê re bê beramber ne mentiqî ye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê carekeke din rexne li hevpeymaniya NATO'yê kir. Donald Trump diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji her welatî bêtir pereyan li NATO'yê xerc dike. Trump desnîşan kir ku ne mentiqî ye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vê nêzîkatiya yekalî û bêberamberî ya alîkariya NATO'yê bidomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demek e têkiliya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi NATO’yê re xera bûye. Ev yek bi taybetî piştî şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li dijî Îranê pêş ket.

Dema şerê 40 rojî yê bi Îranê re, Turmp ji dewletên hevpeymaniya NATO’yê alîkarî xwest, lê piraniya welatên hevpeyman bi rengekî nerasterast ev yek red kirin û alîkariya Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de nekirin.

Ji wê demê ve, Donlad Trump ji hevpeymaniya NAYO’yê dilgiran bûye û bi rêya daxuyaniyên xwe êrîşî NATO’yê dike.

Beriya niha jî, Trump çend caran gefa vekişîna ji hevpeymaniya NATO’yê xwaribû. Careke din serokê Amerîkayê Donald Trump rexneyên xwe li hember NATO’yê nû kirin. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di postekê de li ser Truth Socialê wiha nivîsand:

"Di demekê de ku têkilî bê beramberî ye, ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne mentiqî ye ku vê nêzîkatiya yekalî ya alîkariya NATO'yê bidomîne."

Her wiha Trump di dawiya nivîsa xwe de weke her car bi bîr xist ku "NATO li kêleka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nesekinî.

Roja pênşemê jî, Trump daxuyaniyeke bi vî rengî dabû û gotibû ku welatê wî ji hemû welatên di hevpeymaniyê de bêtir, bêyî ku ti sûdê jê wergire, pereyan li NATO’yê xerc dike.

Civîna NATO'yê di 7 û 8'ê tîrmehê de dê li Tirkiyê were lidarxistin

Ev yek jî, beriya civîna NATO'yê ya pilankirî hat. Biryar e ku di 7 û 8'ê tîrmehê de, li paytexta Tirkiyê Enqereyê civîna NATO'yê were lidarxistin.

Der barê vê yekê de, sekreterê giştî yê NATO'yê Mark Rutte daxuyaniyek da.

Mark Rutte diyar kir ku civîna bilind a bê, dê pabendbûna welatên Ewropî ya zêdekirina lêçûnên parastinê ji bo astengkirina her êrîşeke gengez a Rûsyayê nîşan bide û wiha got:

"Peymanên çekan ên bi deh milyar dolaran dê werin îmzekirin."

Di heman çarçoveyê de jî, Kanadayê eşkere kir ku ew dixwaze bi hevkariya nêzîkî 10 welatên damezirîner, di dema lûtkeya NATO'yê de, avakirina bankeke parastina cîhanî ragihîne.

Ev yek ji aliyê serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ve hat ragihandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye