Ji sibata 2022´an ve êrîşên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de berdewan e.
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku duh hêzên Ûkraynayê li Bryansk, êrîşeke mûşekî li ser kargeheke leşkerî ya Rûsyayê pêk anîn û wiha got:
“Leşkerên me yek ji mezintirîn kargehên leşkerî yên Rûsyayê li Bryansk topbaran kirin.”
Di encama êrîşê de 6 kes hatin kuştin
Rayedarên Rûsyayê eşkere kirin ku di êrîşê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û 37 kes birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku birîndar veguhestin nexweşxaneya li herêma Bryanskê.
Bajarê Bryansk bi qasî 400,000 niştecihan e, ku 100 kîlometreyan ji sînorê Ûkraynayê dûr e.
Kargeha li Bryanskê ji bo mûşekên Rûsyayê, pêkhateyên elektronîkî hildiberand.
Serfermandariya Giştî ya Kîevê di posteke Facebook´ê de dest nîşan kir ku wan mûşekên brîtanî bi kar anîne da ku kargeha li rojavayê Bryanskê bikin hedef û got:
“Me li hedefê da û me armanca xwe pêk anî, zirarên pir mezin hene”
Şerê di navbera her du aliyan de ket sala xwe ya 5´an, her car li ser maseya dan û standinan rûdinên lê di dawiyê de nagihêjin tu rêkeftinekê.