Lezgin

CIA rapora Pentagonê derewand

reset font size increase font size

Rapora îstîxbaratê ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), ku dibêje tesîsên nukleerî yên Îranê di êrîşên Amerîkayê de zirar nedîtine, ji asta herî bilind a saziyên rêveberiya Amerîkayê ve berdewamî tên redkirin. Herî dawî, Rêveberê CIAyê John Ratcliffe rapora ku roja Sêşemê bi şev ji çapemeniya Amerîkayê re derketiye, red kir.

Piştî agirbesta Îsraîl-Îran ya ku bi navbeynkariya Amerikayê pêk hat, rapora îstîxbarata Pentagonê ya ku di çapemaniya Amerikayê de derket pêş, rêveberiya Amerikayê bi tundî bertek nîşan da.

Herî dawî, yek ji rêveberê CIAyê John Ratcliffe bi daxuyaniyeke nivîskî ev nûçe derewand: “ Agahiyên me yên îstîxbaratî ya pêbawer nîşan didin ku di êrîşên dawî yên DYA’yê de çendîn tesîsên sereke yên nukleerî yên Îranê bi giranî zirar dîtine. Ji nû ve avakirina van avahiyan dikare bi salan bidome.”

Di daxuyaniyê de her wiha agahî hat dayîn ku ajansa îstîxbarata derve ya welêt a bi nave Ajansa Îstîxbarata Navendî (CIA), bi berhevkirina îstîxbaratê li ser tesîsên nukleerî berdewam dike û dema ku gengaz be, ev agahî dê bi awayekî zelal bi gelê Amerîkî re were parvekirin.

Dûvre, Rêvebera Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Tulsî Gabbard li ser medyaya dîjîtal parve kir ku tesîsên nukleerî yên Îranê bi piranî hatine wêrankirin.

Mîna Rêvebirê CIA, Gabbard got ku ji nû ve avakirina tesîsên li Natanz, Fordo û Isfahanê dê bi salan bidome. Nûçeyên ku di çapemaniya DYA’yê de derketine pêş de Gabbard axaftina xwe wiha domand: “ Raporên ku bi awayekî neqanûnî hatiye weşandinêde hin beş jê hatiye derxistin. Hate pênasekirin ku asta ewlehiya raporê jî lewaz e.”

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24