Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya Arsîsa, ku li navçeya Ercîşa Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku perwerdehiya zimanê Kurdî dide û çalakiyên hunerî li dar dixe, bi îdiaya ku bê destûr perwerdehiyê dide, 400 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn.
Rayedarên komeleyê bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku armanca cezayê, rawestandina perwerdeyê û tepeserkirina zimanê Kurdî ye.
Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Wanê, Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya Arsîsa, ku li Ercîşê ji bo zarokan qursên zimanê Kurdî û çalakiyên hunerî li dar dixe, bi hinceta "çalakiyên perwerdehiyê yên bê destûr dimeşîne" ceza lê birî.
Rêveberê komeleyê û nivîskar Cevdet Zîlan bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku armanca rastîn a cezayê berdewamkirina zext û zordariya li ser zimanê Kurdî ye.
Cevdet Zîlan: Divê zimanê Kurdî bi destûrî were garantîkirin
Cevdet Zîlan wiha got:
"Niyeta Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ti eleqeya wê bi prensîbên perwerdehiyê re tune ye.
Ev bi tevahî bêtehamuliya li hember ziman û çanda Kurdî ye.
Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin.
Divê ev astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî tavilê bi dawî bibin."
Rêveberê komeleyê daxwaz kir ku zimanê Kurdî bi destûrî were garantîkirin û perwerdehiya bi zimanê dayikê were dayîn.
Her wiha berdevkê Komîsyona Çand û Ziman a Partiya DEM’ê, bertek nîşanî biryarê da û tekez kir ku zextên bi vî rengî zirarê didin aştiya civakî.