Konferans, ji aliyê hunermend Nasir Rezazî û Zimanzan Dr. Seed Qazî hate birêvebirin.
Konferans, bi beşdarbûna hejmareke mezin ji nivîskar û rewşenbîran hat despêkirin.
Di Konferansê de, li ser mijarên têkildarî zimanê dayikê û nasnameya gelê Kurd nîqaş hatin kirin.
Di heman demê de, li ser paşketina erdnîgarî ya zimanê Kurdî û rola hunera resen ya di parastina ziman de, hat kişandin.
Beşdaran, tekez kirin ku parêzvanên rastîn ên zimanê Kurdî hunermend û helbestvanên netewî ne.
Semîner bi stranên Kurdî bi dawî bû.