Saed Mean, ragihand ku di lêpirsînên destpêkê yên bi DAIŞ’iyan re eşkere dibe ku ew çete tevlî gelek sucên cûr bi cûr bûne.
Li gor gotina Mean, çeteyên DAIŞ’ê li xwe mikur hatine ku wan li dijî Êzidiyan komkujî pêkanîne, her wiha di dagirkirina hin deveran de jî çekên kîmyewî bi kar anîne.
Saed Mean, eşkere kir ku lêpirsîneke baldar li gor tedbîrên dadweriyê bi çeteyan re tê kirin û kesên sûcdar lêpirsîneke tûndtir bi wan re tên kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Encûmena Bilind a Dadweriya Îraqê temambûna lêpirsîna destpêkê ya zêdetirî 500 çeteyên DAIŞ’ê ku ji Sûriyê veguhestine Îraqê ragihand.
Hejmara giştî ya çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji Sûriyê anîne Îraqê, 5 hezar û 704 in û hat ragihandin ku di nav wan de hemwelatiyên 61 welatan hene.