Li Qamişloyê MSD`ê bi şandeyek Kurdên Ewropayê re civiya

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Qamişloyê bi şandeyek ji Konfedrasyona Kurd li Ewropa û Yekîtiya Parêzerên Kurd li Almanyayê re civiya

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de, rêbazên koordîna û hevkariya di navbera saziyên Rêvbeberiya Xweser û aliyên Ewropayê de, mekanîzmeya pêşxistina têkiliyên saziyan hatin nîqaşkirin.

Her wiha MSDˊê proje û nêrîna xwe ya ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê  li ser bingeha diyaloga navxweyî û avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî, pêşkêş kir.

MSDˊê diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser ezmûneke pratîkî ya birêvebirina demokrasiyê ye ku dikare ji bo welat bibe çareseriyeke niştîmanî ya berfireh.

Hevserokatiya MSDˊê da zanîn ku hewildanên geşkirina peywendiyê bi alî û saziyên Kurdî-Ewropî re pir girînge, ji ber ku rola wan di xurtkirina têkiliyên navneteweyî de heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye