Sosyal ku ji meha Çileyê ve rastî tundiya sîstematîk tê ragihand ku tevî giliyên wê jî tu lêpirsîn derbarê êrîşkaran de nayê vekirin.
Ezgî Soysal li navçeya Ataşehîr ê Stenbolê ji aliyê komeke ku 3 mêr, 4 jin û 3 zarok tê de bûn hat derbkirin.
Her wiha Ezgî Soysal da xuyakirin ku heman malbat 3-4 sal in gefê lê dixwin û zirar jî dane wesayîta wê.
Ezgî Soysal wiha got: “ Di meha Çile de sê jinan êrîşî min kir. Tiliya min şikandin. Di meha Nîsanê de êrîşî bavê min kirin. Herî dawî di 28’ê Cotmehê de ji pişt ve li min xistin.10 kesan dora min girt. Bi qesta mirinê li min xistin.
Ên derdorê negihiştibana ez ê bimrama. Rojnamevan Hakan Tosun jî rastî êrîşeke bi vî rengî hat. Ji vê hêzê digirin.”