Li Amedê partiyên Kurdan êrîşên Îranê şermezar kirin

Îro li Bakurê Kurdistanê 5 partî û rêxistinên Kurdan, êrîşên Îranê yên li ser Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Amedê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PDK Bakur, Pêlkurd, HAK-PAR û Tevgera Vejînê ya Kurdistanê bi hev re êrîşên Îranê yên li ser Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

 

Di navbera partiyên Kurdî û Polîsan de alozî derket

 

Di dema xwendina daxuyaniyê de ji ber bilindkirina ala Kurdistanê di navbera endamên partiyan û polîsan de alozî derket.

 

Polîsan ji endamên partiyan xwestin ku alên Kurdistanê bilind nekin.

 

Ji ber ku daxwaza polîsan nehat qebûlkirin, di navbera komê û polîsan de pevçûn derket.

 

Parêzer Îbrahîm Guçlu li ser destwerdana polîsan wiha got:

 

"Dema ku ala Kurdistanê hat bilindkirin, destwerdan kirin.

 

Gotin 'Hûn nikarin ala Kurdistanê bilind bikin' û êrîşî ala Kurdistanê kirin."

 

Her wiha Çalakvan Ferîd Azad jî bertek nîşan da û wiha lê zêde kir:

 

"Polîsan xwestin ku em ala Kurdistanê daxînin, helbet me jî li ber xwe da û me destûr neda vê yekê."

 

Her wiha endamên partiyên ku bi hev re êrîş şermezar kirin, xwestin ku êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê di demeke herî zû de werin rawestandin.

 

Ji rêveberiya PSK'ê Hesen Dagtekîn axivî û wiha domand:

 

"Dewleta Îranê ya dagirker, kolonyalîst û terorîst bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bêtehemuliya xwe û dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurdistanê dide der."

 

Êrîşên Îranê yên li ser Pêşmergeyan li kolanên Amedê jî rojeveke sereke ne.

 

Li gorî xelkê Amedê rêya herî aqilane ya ji bo Îranê, naskirina mafên Kurdan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye