Li Libnanê 1094 kes hatine kuştin û 3119 birîndar bûne

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ragihand ku ji dema ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbulahê yên ku di 2’ê adarê de dest pê kirine, 42 karmendên tenduirustiyê jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ragihand ku ji dema destpêkirina pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de 42 karmendên Tendirustiyê jiyana xwe ji dest dane.

 

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê: 42 Karmendên me hatine kuştin

 

Wezaretê da xuyakirin ku 42 karmendên Tendirustiyê di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

 

Wezaretê ev yek wekî “astengkirina bi zanebûn a hewldanên rizgarkirinê” û binpêkirina eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî, bi nav kir.

 

Di daxuyaniyê de, bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî hat kirin ku ji bo rawestandina êrîşan, demildest gav bêne avêtin.

 

Wezaretê anî ziman ku kiryarên bi vî rengî tundûtûjiyê kûrtir dikin û gefê li nirxên mirovî dixwin.

 

Her wiha li Nebatuyeyê kuştina 2 karmendên Tendirustiyê rastî bertekan hat.

 

Hat ragihandin ku 2 karmendên tendirustiyê dema ku ji bo rizgarkirinê diçûn ser karê xwe, hatin hedefgirtin û herduyan jiyana xwe ji dest dan.

 

Wezaretê êrîş şermezar kir û ragihand ku karmendên tendirustiyê cilên fermî li xwe kiribûn û li ser wesayîta wan nîşanên ambûlansê û çirayên hişyariyê hebûn.

 

Di 24 demjimêrên dawiyê de li Libnanê 22 kes hatine kuştin

 

Wezareta Tendirustiyê  eşkere kir ku ji 2`ê adarê ve hejmara giştî ya miriyan gihiştiye 1094’an û di 24 demjiêrên dawî de 22 kes hatine kuştin.

 

Hejmara birîndaran gihîştiye 3119 kesan.

 

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ji ber zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê zêdetirî 130 hezar kes ji Libnanê derbasî Sûriyê bûne û zêdetirî milyonek kes di hundirê Libnanê de koçber bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye