QSD: Êrîşa li Dêrazorê hat têkbirin

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê ragihand ku şervanên QSDˊê êrîşa çekdarî ya li dijî bendekê li bajarokê Ebû Hemam ê gudnewarê rojhilatê Dêrazorê têk bir.

reset font size increase font size

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çekdaran bi çeka RBGˊê êrişî bendekê li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir, lê şervanên QSDˊê êrîşê têk bir.

Di daxuyaniya navendê de wiha hate gotin: "Hêzên me, QSDˊê, vê êvarê êrişeke terorane ya tirsonak ku çekdaran li dijî bendeke hêzên me ya li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî, têk bir.

Çekdaran bi RBG êrîş kir, lê şervanên me tavilê bi hêz bersiv da û di encama êrîşa çeteyan de tu şervanên me birîndar nebûn. Lê ji ber bersivdana xurt a şervanan çekdar revîn û hêzên me bi ser wan de girt, herêm paqij kir, ewlehî û aramî li herêmê vegerand.

Hêzên me diyar dikin ku em li hember gefên li dijî ewlehî û aştiya sivîlan di bersivdanê de dudilî nabin. Em ê belavbûna xwe û operasyonên xwe yên ewlehiyê li herêmê bidomin. Ev erka me ya parastina xelkê herêmê ye û mîna van êrişên terorane yên tirsonak bandorê li kedên me yên pêkanîna aştiya navxweyî û pêşxistina ewlehiya herêmê nakin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye